Pîlotekî Amerîkî hate girtin

di encama êrîşê de 4 leşkerên Amerîkî birîndar bibûn.
کوردستان TV
100%

Jiber ku destê wî di êrîşî ser navendeke leşkerî ya Amerîkayê de hebûye.

Fermandariya hêzên asmanî yên Amerîkayê ragihand ku pîloteke Amerîkî bi tawana êrîş kirine ser navendeke leşkerî ya Amerîkayê li Rojhilatê Sûriyeyê hatiye girtin.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku beriya du mehan li Rojhilatê Sûriyeyê bi mûşekan êrîşî ser navendeke leşkerî ya hêzên Amerîkî hatibû kirin û goman hebûn ku destê leşkerên Amerîkî di êrîşê de hebe û piştî lêkolînan derketiye ku pîloteke Amerîkî destê xwe di êrîşê de hebûye lewre ev pîlotê han hatiye girtin û niha lêpirsîn jê tê kirin.

Weke tê zanîn di 16ê Nîsanê de ev êrîş pêk hatibû û di encam de 4 leşkerên Amerîkî birîndar bibûn.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.