Serokwezîr li gel şandeke leşkerî ya Amerîkî civiya

behsa reformên nava wezareta pêşmerge hate kirin.
کوردستان TV
100%

Dema pîwerdariya ev Jeneralê Amerîkî li Îraqê bi dawî hatiye.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê pêşwaziya Jeneral Keith Phillips Şêwirmendê leşkerî yê Amerîkî kir û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand

Îro sêşem 21ê Hezîranê me pêşwaziya şandeke leşkerî ya Amerîkî bi Serokatiya Jeneral Şêwirmend û paşkoya leşkerî ya Amerîkî ya li Îraqê Keith Phillips kir ku, jiber bi dawî hatina dema pîwerdariya wî serdana me kiribû.

Di civînê de me giftûgo derbarê guhertin, pêşhatên nava rewşa ewlekarî ya Îraqê, rûbirû bûna terorîstên DIŞIê, terorê bi giştî û girîngiya pêşde birina hemahengiya navbera artêşa Îraq û hêzên pêşmerge kir.

Me spasiya piştîvaniyên Amerîkayê yên bo hêzên pêşmerge kir û hêviya serkeftinê jî bo Jeneral Keith Phillips di pîwerdariya wî ya nû de xwest.

Jeneral Keith Phillips jî stayîşa hewl û rola me ya di prosesa reforman di nava wezareta pêşmerge kir û tekez li ser vê yekê kir ku, ev reformên  han sedemeke bihêzin bo berdewam bûnî hevkarî û piştgîriyên hevpeymanan bi taybetî Amerîka bo hêzên pêşmerge yên Kurdistanê.

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.