Serok Barzanî û balyozê Almanyayê civiyan

Almanya û Kurdistan têkiliyên xwe bihêztir dikin.
کوردستان TV
100%

Behsa metirsiyên operasiyona Tirkiyeyê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî li gel balyozê Almanyayê yê li Îraqê Martin Jaeger û şanda pê re civiya.

Di civînê de giftûgo li ser rewşa siyasiya Îraqê û hewlên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin.

Her di heman civînê de Serok Barzanî û Martin Jaeger behsa metirsiyên operasiyona Tirkiyeyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê kirin.

Di berdewamiya civînê de tekez li ser pêşde birina têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê hate kirin.

Nirxandina rewşa Şingalê mijareke din ya civînê bû.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.