Emîrê DIŞIê yê Enbarê hate kuştin

berpirsê kuştina xelkê medenî li ser sînor bûye.
کوردستان TV
100%

Duhê ji aliyê hêzên taybet yên Îraqê ve hatiye kuştin.

Wezareta navxwe ya Îraqê ragihand ku hêzên taybet yên Îraqê duhê piştî wergirtina zaniyariyên pêwîst yên derbarê kesek bi navê Ebû Mensûr ku Emîrê DIŞIê yê Enbarê bûye, dest bi operasiyonek kirine.

Di encama operasiyona han de Emîrê DIŞIê yê Enbarê û 3 terorîstên din yên DIŞIê hatine kuştin.

Wezareta navxwe ya Îraqê herwiha eşkere kiriye ku Ebû Mensûr berpirsê kuştina welatiyên medenî li ser sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê bûye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.