Serokê herêmê li gel şandeke leşkerî ya Îraqê civiya

behsa liv û tevgerên DIŞI û hewlên hevbeş yên li dijî DIŞIê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Di civînê de giftûgo li ser hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê de hate kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Îraqê yaku ji nunerên wezareta berevanî, navxwe, artêş û îstîxbarata Îraqê pêk hatibû kir.

Di civînê de şanda leşkerî ya Îraqê jiber guhertinên vê dawî yên di nava wezareta pêşmerge de, pîrozbayî li rayedar û efserên wezareta pêşmerge kir û hêviya serkeftinê jî ji wan re xwest.

Şanda mêwan ragihand ku ev serdana han beşeke dine ji prosesa hemahengî û hevkariya navbera wezareta pêşmerge û artêşa Îraqê û tekez li ser vê yekê kir ku, amadene bo pêşde birina têkilî û hemahengiya navbera her du aliyan.

Her di heman civîna han de Serokê herêma Kurdistanê jî ev serdana han bi peyameke girîng wesif kir û hêvî xwest ku bi çavê beşek ji mekanîzma berevaniya Îraqê li hêzên pêşmerge binêrin ku bi heman armancê ku berevanî kirin ji Îraqê ye dixebite.

Liv û tevgerên terorîstên DIŞI bi taybetî li deverên ku cogirafiya wan sexte, rewşa sînorên navbera Îraq û Sûriyeyê û çend mijarên din rojava civînê bûn û her du alî li ser wam mijaran nêrînên xwe diyar kirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.