Li Sûriyeyê bi pêşengiya Rûsye û Îranê hatiye avakirin.
Li gel berdewam kirina amadekariyên Tirkiyeyê yên bo lidar xistina operasiyoneke din ya leşkerî li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, eniyeke hevbeş li dijî Tirkiyeyê li Sûriyeyê hate avakirin.
Li gor jêderên çapemeniyê, ev eniya han ku navê vê Birûska Bakûre, bi pêşengiya Rûsyeyê hatiye avakirin.
Di eniya han ya hevbeş de, hêzên Îranî, Sûrî û ev çekdarên ku ji aliyê Îran û Sûriyeyê ve têne piştîvanîkirin, Rûsye û HSD hene.
Weke tê zanîn ev demêke ku Tirkiye amadekarî bo lidar xistina operasiyoneke din dike bi taybetî li dijî Til Refet û Minbic û niha rojane Tirkiye Til Refet û Minbic bordiman û toparan dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin