Serokwezîr li gel balyoza nû ya Amerîkayê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyoza nû ya Amerîkayê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro pêncşem 16ê Hezîranê me pêşwaziya balyoza nû ya Amerîkayê ya li Îraqê birêz Xatû Alina Romanowski kir.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robert Paladino jî têde beşdar bû, me jiber destibkar kirina vê weke balyoza nû ya Amerîkayê pîrozbayî li Alina Romanowski kir û di pîwerdariya nû de û bo pêşde birina têkiliyên navbera herêma Kurdistanê û Amerîkayê jî jê re hêviya serkeftinê xwest.
Di beşeke din ya civînê de me bi awayeke kurt behsa reformên kabîneya 9an ya hikûmetê di warê pir reng kirina abûrî û çavkaniyên dahatê de bi armanca ava kirina jêrxaneke bihêz ya abûrî û geşe pêdana giştî ya herêma Kurdistanê kir.
Di berdewamiya civînê de me balkêşande ser têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî û tekez li ser vê yekê kir ku xelkê Kurdistanê xwedan dozeke reva û mafên netwî û destûriye û kêşeyên heyî yên li gel Bexdayê tenê ne kêşeyên bûdce, petrol û gazê ne, lê em herêmeke destûrî û federalî ne, lewre lazime li gor destûr nizîkatî li hember herêma Kurdistanê were kirin.
Di civînê de balyoza nû ya Amerîkayê pêbendiya welatê xwe bo berdewam bûn li ser piştîvaniya Amerîkayê bo herêma Kurdistanê weke hevbeşeke girîng ya Amerîka, aramî, aştî û asayîşa Îraqê diyar kir.
Balyozê Amerîkayê behsa vê yekê kir ku Îraq û herêma Kurdistanê beşeke girîngin ji siyaseta Amerîkayê û tekez li ser girîngiya pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê, hikûmetek ku bikarêbe daxwazin xelkê Îraqê bêyî cudatî cîhbicîh bike, û xwedan têkiliyên baş be li gel civata cîhanî ,kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin