Misir û Îsraîl derbeke dijwar li Tirkiyeyê dan

Erdogan dixwest gaza Îsraîlê birêya Tirkiyeyê veguhêze.
کوردستان TV
100%

Erdogan hêviyên xwe bi gaza Îsraîlê ve girê dabû.

Duhê çarşem di navbera Misir, Îsraîl û Yekîtiya Ewrûpayê de rêkeftineke girîng bi amadebûna Seroka Yekîtiya Ewrûpayê hate îmzekirin.

Li gor rêkeftina han vê gaza xwezayî ya Îsraîlê bi rêya Misirê bo Ewrûpayê were weşandin.

Ev rêkeftina han vê bibe sedema dilgiraniya Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan, jiber ku Erdogan gelek hewil dida daku gaza Îsraîlê bi rêya Tirkiyeyê bo ewrûpayê were veguhastin, jiber vê çendê jî Tirkiye piştî 8 salan aloziyên tund li gel Îsraîlê, têkiliyên xwe li gel Îsraîlê bi dana çend tewîzên mezin û steratejîk normal kiribû.

 

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.