Li Bakûrê Sûriyeyê ji aliyê hevpeymaniya cîhanî ve hatiye girtin.
Îro pêncşem hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê daxuyaniyek weşand û têde behsa girtina berpirseke mezin yê terorîstên DIŞIê kiriye.
Li gor daxuyaniya hevpeymaniya cîhanî, hêzên hevpeymanan û hevparên wan yên li Bakûrê Sûriyeyê operasiyonek li dijî DIŞIê lidarixistine û di encama operasiyonê de karîne psporê çê kirina bombeyan, karasanîkerê êrîş û teqînên DIŞIê û berpirseke mezin yê DIŞIê binçav bikin.
Hevpeymaniya cîhanî tekez li ser vê yekê kiriye ku di operasiyonê de ti zirarên canî û madî ber hêzên hevpeymanan û welatiyên medenî neketine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin