Dibêje emê li te bidin.
Rojnameya Jorselîm post raportek belav kiriye û di raportê de eşkere kiriye ku hikûmeta Îsraîlê huşdariyeke mezin daye Serokê rejîma Sûriyeyê Beşar Esed.
Îsraîl ji Beşar Esed re gotiye ku eger dawî bi hevkariya leşkerî li gel Îranê nehîne vê demê vê Îsraîl bi tundî êrîşî ser koşkên Beşar Esed bike û lê bide.
Îsraîl di peyama ku ji Esed re şandiye jê re gotiye ku eger dawî bi hevkariya leşkerî li gel Îranê nehîne û pêşiya şandina çekên Îranî bo Sûriyeyê negire vê demê Îsraîl êrîşî ser koşkên Beşar Esed bike.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî wezareta berevanî ya Îsraîlê jî diyar kiribû ku steratejiya xwe guhertine û ji niha û pêde şerê komên ku şerê bi wekalet bo Îranê dikin kêm dike û raste rast şerê Îranê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin