Îran û Tirkiye têkiliyên xwe bihêztir dikin

beriya niha serdana wezîrê derve ya Îranê hatibû paşxistin.
کوردستان TV
100%

Tirkiye daxwaz ji wezîrê derve yê Îranê dike daku serdana Enqereyê bike.

Şeva derbasbûyî wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mewlûd Çawişoglû bi rêya telefûnê li gel wezîrê derve yê Îranê Husên Emîrebdulahiyan axeviye.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê di peywendiya han ya telefûnî de her du alî behsa têkiliyên navbera xwe û çawetiya berfiretir û bihêztir kirina wan têkiliyan bi taybetî di warê abûrî û dîplomatîkî de kirine.

Her di heman peywendiya han ya telefûnî de Çawişoglû daxwaz ji hempîşeyê xwe yê Îranî kiriye daku serdana Enqereyê bike.

Weke tê zanîn biryar bû di destpêka vê mehê de wezîrê derve yê Îranê biçe Tirkiyeyê li ev serdana han hatibû paşxistin.

Ji aliyeke din ve di wan demên dawî de jiber operasiyona muhtemel ya Tirkiyeyê ya li Rojavayê Kurdistanê, nakokiyeke dîplomatîkî ketiye navbera Îran û Tirkiyeyê û Îran komên xwe yên çekdar li gel artêşa Sûriyeyê bo rûbirû bûna operasiyonê xistiye tevgerê.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.