Artêşa Îraqê dest bi operasiyoneke mezin kir

Îraq dixwaze DIŞI û paşmayiyên DIŞIê li wan deveran nehêle.
کوردستان TV
100%

Li dijî DIŞI li du parêzgehan operasiyon destpê kiriye.

Li gor daxuyaniyeke komîteya çapemeniya şer ya ser bi Serokatiya civata wezîran ya Îraqê, îro artêşa vê welatî li her du parêzgehên Selahedîn û Diyalayê li dijî terorîstên DIŞIê operasiyoneke mezin daye destpê kirin.

Di operasiyona han de hêzên esmanî yên Îraqê jî beşdarin û artêşa Îraqê dixwaze li wan deveran ti terorîsteke DIŞIê û paşmayiyên DIŞIê nehêle.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.