Cemîl Çîçek: Rewşa Tirkiyeyê gelek metirsîdare

dibêje metirsiya nemana yekîtiya civakî ya Tirkiyeyê heye.
کوردستان TV
100%

Şêwirmendê Erdogan dibêje jiber siyasetên şaş Tirkiye rastî metirsiyên gelek mezin hatiye.

Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê û damezrênerê AKP Cemîl Çîçek ragihand ku, jiber siyasetên şaş rewşa Tirkiyeyê gelek aloz bûye.

Cemîl Çîçek ragihandiye ku jiber siyasetên etnîkî, siyasetên olî cudatiyên gelek mezin ketina navbera pêkhate û aliyên siyasî yên Tirkiyeyê û ev aloziyên han bûne sedem daku yekîtiya Tirkiyeyê bikeve bin metirsiyên gelek mezin.

Çîçek herwiha rexne li Siyasetmedarên Tirk kiriye û gotiye lazime jiber parastina Tirkiyeyê û berejwendiyên Tirkiyeyê zimana xwe ya siyasî biguherin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.