Îsraîl karwaneke hevkariyên leşkerî ya Îranê ji nav bir

ev karwanên han pêdiviyên leşkerî bûne bo hizbulahê hatine şandin.
کوردستان TV
100%

Li ser erdê Îraq û Sûriyeyê ev karwan hatiye jinavbirin.

Rojnameya Şeq Elewset li ser zarê çend rayedarên leşkerî yên Îsraîlê belav kir ku, hêzên taybet yên Îsraîlê piştî çavdêriyeke hûr û kûr karîne çend karwanên pêdiviyên leşkerî yên Îranê yên ku bo hizbulahê dihatin şandin ji nav bibin.

Ev rayedarên leşkerî yên Îsraîlê diyar kirine ku, demeke dirêj çavdêriya liv û tevgerên Îranê yên bo şandina çek û pêdiviyên leşkerî bo hizbulahê kiriye û di dawî de karîne li ser erdê Îraq û Sûriyeyê çend karwanên leşkerî yên Îranê yên ku bo hizbulahê dihatin şandin ji nav bibin.

Weke tê zanîn ji destpêka şerê navxwe ya Sûriyeyê ve heta îro Îsraîl bi berdewamî êrîşî ser hêz û komên çekdar yên ser bi Îranê li Sûriyeyê dike.

Nûçe Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.