Li Îranê zêdetir ji 100 kesan bi jehirê ketin

heta niha sedema teqînê nehatiye zelalkirin.
کوردستان TV
100%

Jiber teqînek di nava kargehekê de bijehir ketine.

Li gor çapemeniya Îranê duhê duşem li kargeha Kerbonata Sidiyom ya li Başûrê Îranê bûyereke teqînê çê bûye.

Di encama bûyerê de çend gazên kîmiyayî yên ku li kargehê hatine bikaranîn belav bûne û di encam de herî kêm 112 kes bi jehir ketine.

Ev bûyer duhê êwarê qewmiye û heta niha çapemeniya Îranê zaniyariyên zêdetir li ser bûyerê belav nekiriye lê tê gotin ku ev kargeha han tenê du sale dest bikar kiriye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.