Erdogan sozeke mezin da lê xelkê henek pê dikin

dibêjin ev sozên han tenê bo hilbijartin û zêde kirina dengan tên dayîn.
کوردستان TV
100%

Erdogan gotibû sala pêşiya me emê gaza xwezayî henarde bikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan duhê di gotareke xwe de ragihand ku vê di 3 mehên yekem yên sala 2023an de Tirkiye rojane 10 miliyon metre sêca gaza xwezayî ji derveya welat re bişîne.

Ev gotina Erdogan di demekê deye ku jiber kêm kirina henarde kirina gazê ji aliyê Îranê ve bo Tirkiyeyê, Tirkiye rastî qirîzeke gelek mezin hatiye û buhayê gazê li Tirkiyeyê niha gelek girane.

Ji aliyeke din ve pspor, akademîsiyen û opozîsyona Tirkiyeyê henekên xwe bi gotinên Erdogan dikin û dibêjin ku ev soza han ya bê bingeh tenê bo propagendeya hilbijartina ye jiber ku dema hilbijartin nêz dibin Erdogan sozên gelek mezin dide û pişt re jî sozên wî bi temamî wala derdikevin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.