Li Tehranê xwepîşandane û gelek kes jî hatine girtin

li çend bajarên Îranê kasibkar û xelk daketine qadan û xwepîşandanan dikin.
کوردستان TV
100%

Jiber giranî û daketina buhaya Timena Îranî xwepîşandan hatiye kirin.

Duhê li Tehrana paytexta Îranê hijmareke zêde kasbikarên bazarê Tehranê û şêniyên vê bajarê, li dijî giranî, bêkarî, qirîza darayî û daketina zêdetir ya buhayê timena Îranî li hember diravên biyanî, xwepîşandeke mezin organîze kirin.

Di xwepîşandana ku duhê destpê kiriye û îro jî didome, hêzên ewlekarî jî êrîşî ser xwepîşanderan kirine û li gor jêderên çapemeniyê, heta niha gelek xwepîşander ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Ji aliyeke din ve hate zaîn ku li bajarê Kazirûn ya li Başûrê Îranê jî îro xelk û kasibkarên bazar man girtine û dest bi xwepîşandanê kirine.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.