Li Serokatiya herêmê bi çavdêriya Serokê herêmê dicivin.
Biryare îro part û aliyên siyasî yên Kurdistanê yên ku firaksiyonên wan di nava parlementoyê de hene, li Dîwana Serokatiya herêma Kurdistanê bi Serokatiya Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bicivin.
Di civîna îro de vê part û aliyên siyasî yên Kurdistanê giftûgo li ser hilbijartinên parlementoya Kurdistanê yaku biryare di Cotmehê de were kirin, bikin.
Weke tê zanîn ev civîna han ya aliyên siyasî yên Kurdistanê dibe sêyemîn civîna hevbeş ku têde Serokê herêmê û nunera Sekreterê giştî yê NY li Îraqê jî têde beşdar dibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin