Fenlenda daxwazên Tirkiyeyê red kir

Erdogan daxwaz kiribû ku endamên pkk û cemaeta gulen radest bikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje em ti kesek radestî Tirkiyeyê nakin.

Aloziyên navbera Tirkiye, Swêd û Fenlendayê yên li dor endam bûna Feneleda û Swêdê di nava NATOyê de didomin û Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan ji Fenlendayê re gotiye ku eger hun bixwazin em razî bikin daku deng bi endamtiya we bidin lazime endamên PKK û Cemaeta Gulen radestî Tirkiyeyê bikin.

Lê hikûmeta Fenlendayê ev daxwaza Erdogan red kir û ragihand ku ti kesek radestî Tirkiyeyê nakin.

Li gor nûçeyeke çapemeniya Fenlendayê hikûmeta vê welatî daxwazên Erdogan red kiriye û ji Erdogan re gotiye ku ti kesek radestî Tirkiyeyê nakin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.