Îraq genim ji Amerîka û Avustiraliyayê dikire

1 miliyon û 500 hezar ton genim ji wan welatan dikire.
کوردستان TV
100%

Vê hefteyê rêkeftin tê îmzekirin.

Wezareta bazirganî ya Îraqê ragihand ku vê bo dabîn kirina genimê pêwîst bo Îraqê vê hefteyê li gel Amerîka û Avustiraliyayê rêkeftin werin îmzekirin.

Li gor daxuyaniya wezareta bazirganiya Îraqê, di çarçoveya wan rêkeftinan de ku têne îmzekirin vê Îraq bi qasî 1 miliyon û 500 hezar ton genim ji Amerîka û Avustiraliyayê bikire.

Wezareta bazirganiya Îraqê diyar kiriye ku îsal Îraq heta niha 1 miliyon û 700 hezar ton genim ji Cotkarên navxweyî kiriye.

Weke tê zanîn Îraq tenê di salên 2019 û 2020an de kariye di warê genimê de pêdiviyên xwe di asta navxweyî de dabîn bike.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.