Beşar Esed: Emê bersifa Tirkiyeyê dibin

dibêje artêşa Sûriyeyê xaka dagîrkirî rizgar dike.
کوردستان TV
100%

Dibêje emê xaka xwe biparêzin.

Gefên Serokkomarê Tirkiyeyê yên bo lidar xistina operasiyoneke din li Rojava didomin û Serokê Sûriyeyê jî bersifa gefên Erdogan da.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed di hevpeyvîneke xwe de li gel çapemeniya Rûsî, diyar kiriye ku her çend artêşa Sûriyeyê li seraserê welat bicîh nebûbe jî lê eger her kes û aliyek êrîşî ser xaka Sûriyeyê bike, vê artêşa Sûriyeyê li gor derfet û karînên xwe bersifa êrîşan bide.

Beşar Esed diyar kiriye ku beriya du salan artêşa Sûriyeyê li Îdlibê bersifa Tirkiyeyê daye û rê nedaye ku artêşa Tirkiyeyê pêşrewî bike û vê carê jî vê êrîş anjî operasiyonên Tirkiyeyê bê bersif nemînin û emê xaka xwe ya dagîrkirî rizgar bikin.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.