Dibêje emê li hemer Îranê bihevre tev digerin.
Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken di gotareke xwe de qala têkiliyên navbera Siûdiye û Amerîkayê kiriye û ragihandiye ku gelek hevbeşiyên steratejîkî di navbera Siûdiye û Amerîkayê de hene.
Antony Blinken herwiha diyar kiriye ku Amerîka û Siûdiye li hember liv û tevgerên Îranê û destwerdanên Îranê di nava karûbarên deverê de, gelek hevbeşiyên wan yên steratejîkî hene bi taybetî rawestandina şerê Yemenê û pêşî girtin ji gehêştina hevkariyên Îranê bo çekdarên Hûsî yek ji wan hevbeşiyên navbera Amerîka û Siûdiyeyê ye.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku niha Serokê Amerîkayê Jeo Biden ku beriya niha gotibû hevkariyên Amerîkayê yên bo Siûdiyeyê tên rawestandin, amadekariya vê yekê dike ku serdana Siûdiyeyê bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin