Civata ewlekariya Kurdistanê daxuyaniyek weşand.
Civata ewlekariya Kurdistanê derbarê êrîşa duhê ya bişev ya bo ser Hewlêrê daxuyaniyek bo raya giştî weşand.
Di daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku, ev dron li sînorê Pirdê ya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de bo Hewlêrê ji aliyê çekdarên hizbula ve hatiye şandin.
Piştî êrîşî çand malper û navendên nûçeyan yên ser bi hêzeke navçeyî, weke her car, wisa belav kirin ku qaşo di êrîşê de tirimbîleke ser bi dezgeha îstîxbarata Îsraîlê hatiye armanckirin û têde kesek jî hatiye kuştin.
Ev aliyên ham mimkune bikaribin bi wan direwên xwe raya giştî ya xwe bixapînin, lê bo xelkê Hewlêr û Kurdistanê ku bi çavên xwe dîtine dron li kîrê ketiye û kî têde zirar dîtiye ev direwên han nayên qebûlkirin.
Ewin ku ev cure zaniyariyên şaş belav dikin, dixwazin şikestên xwe veşêrin, eger na bila karibin ewlekariya xwe di nava paytextên xwe de biparêzin.
Herêma Kurdistanê ti carî nebûye navendek bo çê bûna metirsiyan bo ser ti welateke deverê û herwiha daxwaz ji wan welatan jî dikin ku rêz ji serweriya xak û gelê Kurdistan û Îraqê re bigirin.
Civata ewlekariya Kurdistanê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin