Serokwezîrê Kurdistanê li gel şandeke parlementoya Almanyayê civiya

Serokwezîr tekez li ser çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê dike.
کوردستان TV
100%

Almanya berdewam dibe li ser piştîvanî kirina Kurdistanê.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke parlementoya Almanyayê kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro pêncşem 9ê Hezîrana 2022an me pêşwaziya şandeke parlementoya Almanyayê kir ku, ji her du parlementer Max Lux û Qasim Tahir Salih pêk hatibû.

Di civînê de şanda parlementoya Almanyayê bi tundî êrîşa şeva derbasbûyî ya ser Hewlêrê mehkûm kir û balkêşande ser pêgeha girîng ya herêma Kurdistanê û tekez li ser piştîvaniya Almanyayê ya bo aramiya herêma Kurdistanê kir.

Di civînê de me jî spasiya Almanyayê kir bo hevkariyên ku di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê de pêşkêşî herêma Kurdistanê kiriye û me xwesteka herêma Kurdistanê jî ya bo pêşde birina têkiliyên di tevahiya waran de li gel Almanyayê diyar kir.

Reformên hikûmeta herêma Kurdistanê di warê pir reng kirina abûriyê de, pêşde birina hêlbirîna Almanî û girîngiya çareser kirina kêşeyên herêma Kurdistanê yên li gel hikûmeta federalî li ser esasê destûrê jî mijarên din yên civîna me bûn.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.