NY û welatên din yên cîhanê êrîşa ser Hewlêrê mehkûm dikin

daxwaza darizandina kes û aliyên êrîşkar tê kirin.
کوردستان TV
100%

Duhê bişev bi dronan êrîşî ser Hewlêrê hatibû kirin.

Piştî êrîşa duhê bişev ya bo ser Hewlêrê, her yek ji Netewên Yekgirtî, Amerîka û Brîtanyayê daxuyanî dan û ev êrîşa han bi tundî mehkûm kirin.

Di daxuyaniyan de rixmî diyar kirina hevsoziyê bo gelê Kurdistanê, herwiha hatiye diyarkirin ku ev êrîşa han nîşaneya hebûna riheke bo domandina alozî û pevçûnan û Îraq ti pêdiviyeke xwe bi hêzeke çekdar yaku xwe weke miyancîkar bibîne tuneye.

Herwiha daxwaz hatiye kirin ku lazime pîvanên dewletê werin cîhbicîhkirin û bikerên wan cure êrîşan eger naskirîne werin darizandin.

Weke tê zanîn duhê bişev bi dronan êrîşî ser Hewlêrê hatibû kirin û di encama êrîşê de 3 welatî birîndar bibûn û zirar jî gehabû çend tirimbîlan.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.