Serokwezîrê Îraqê telefûna Serokwezîrê Kurdistanê kir

her du alî tekez li ser domandina hevkarî û hemahengiya navbera Hewlêr û Bexdayê dikin.
کوردستان TV
100%

Duhê bi dronan êrîşî ser Hewlêrê hatibû kirin.

Piştî êrîşa duhê ya bi droneyan bo ser Hewlêrê, Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî telefûna Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û di peywendiya han ya telefûnî de her du aliyan bi tundî ev êrîşa han mehkûm kirin û eşekre kirin ku ev êrîşa han nîşaneya hebûna hin aliyane ku li ser dijatî kirina Îraq û dewletê biîsrarin.

Her di heman demê de hatiye gotin ku Îraq pêbendî hevkarî û hemahengiya xwe ya li gel hikûmeta Kurdistanê ye û li dijî tundûtîjî û çavtirsandina xelkê ye.

Di beşeke din ya peywendiya han de Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî tekez li ser girîngiya hevkarî, hemahengî û karên hevbeş di navbera herêm û hikûmeta federalî de bo parastina ewlekariyê kiriye.

Her du alî tekez li ser vê yekê kirine ku armanca êrîşa han zirar gehandine bi hevkarî û hemahengiya navbera Bexda û Hewlêrê.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.