Rûsye: Pevçûnên navbera komên çekdar zêde bûne

Rûsye dibêje gefên Tirkiyeyê bûne sedema zêde bûna kiriyarên terorîstan.
کوردستان TV
100%

Dibêje gefên Tirkiyeyê bûye sedema zêde bûna pevçûnan.

Tîma çavdêrî kirina agirbestê ya Rûsî ya li Îdlibê ragihand ku piştî gefên Tirkiyeyê yên bo destpê kirina operasiyoneke din li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa Îdlib û herêmê aloz bûye.

Li gor daxuyaniya tîma han, piştî gefên Tirkiyeyê, liv û tevgerên terorîstî yên komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê li Îdlibê zêdetir bûne û herwiha şer û pevçûnên navbera komên cîhadî jî li deverê de zêde bûne.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku piştî gefên Tirkiyeyê bo destpê kirina operasiyonê, Sûriye û Rûsye hêzên zêdetir şandine deverên sînorî.

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.