Li Îranê 17 kesan canê xwe ji dest dan

fikar hene ku hijmara qurbaniyên bûyerê zêdetir bibe.
کوردستان TV
100%

Şemendeferek ji ser xeta xwe derçûye.

Li gor çapemeniya Îranê di encama bûyereke derketina şemendeferê li ser xeta xwe, herî kêm 17 kes canê xwe ji dest dane û 35 kesên din jî birîndar bûne.

Ev bûyer li ser xeta şemendeferê ya navbera Meşhed û Yezidê de qewmiye û hin jêder behsa vê yekê dikin ku fikar hene ku hijmara qurbaniyan zêdetir bibe.

Çapemeniya Îranê behsa vê yekê dikin ku sedema bûyerê lihev dana şemendefer û sîlendireke çê kirina cadeyan bûye.

 

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.