Kazimî: Qerên Îraqê yên Îranê yên kevnin

dibêje danûstandinên navbera Îran û Siûdiye baş dimeşin.
کوردستان TV
100%

Dibêje hikûmeta min ne deyindarê Îranê ye.

Serokwezîrê Îraqê Mistefa Kazimî derbarê qerên Îranê yên li ser Îraqê ragihand ku, raste gelek deyinên Îranê li cem Îraqê ne û ev deyinên han ne yên hikûmeta niha belkû yên hikûmetên berê yên Îraqê ne.

Kazimî herwiha eşkere kiriye ku hikûmeta wî dînarek ji Îranê qer nekiriye û ne deyindarê Îranê ye.

Kazimî di beşeke din ji axaftinên xwe de behsa danûstandinên navbera Îran û Siûdiyeyê jî kir û ragihand ku pêngavên baş hatine avêtin û pêşkeftinên baş jî hene.

Weke tê zanîn niha Îraq nêzî salane nêzî 7 miliyar dolar jiber kirîna elektirîkê, deyindarê Îranê dibe û Îran jî heta niha çend car jiber deyinên han henarde kirina gazê ser Îraqê kêm kiriye.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.