Serok Barzanî li gel balyozê Romanyayê civiya

Romanya dixwaze têkiliyên xwe li gel Kurdistanê berfiretir bike.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraqê û hewldanên ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Romanyayê yê li Îraqê Radu Octavian Dobre kir.

Di civînê de her du aliyan behsa rewşa siyas ya Îraqê û astengiyên berdem prosesa ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê kirin û di vê derbarê de Serok Barzanî behsa vê yekê kir ku, welatiyên Îraqê hêjayê vê yekêne ku bibin xwedan dewleteke sazmandehîkirî û xwedan aramî û xizmetgozarî bin û piştî 2003 ev derfet bo Îraqê derket holê lê mixabin fêde ji vê derfetê nehat wergirtin.

Her di heman civînê de behsa têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Romanyayê hate kirin û balyozê Romanyayê amadebûna welatê xwe bo pere pêdana têkiliyan û karên hevbeş li gel herêma Kurdistanê diyar kir.

Di beşeke din ya civîna han de Serok Barzanî pîrozbayî li balyozê nû yê Romanyayê kir û hêviya serkeftinê jî jê re xwest.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.