Serokwezîr li gel balyozê nû yê Romaniyayê civiya.
Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê nû yê Romaniyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro yekşem 5ê Hezîrana 2022an me pêşwaziya balyozê nû yê Romaniyayê yê li Îraqê birêz Radu Octavian Dobre kir.
Di civînê de me jiber destbikar kirina wî pîrozbayî li balyozê Romaniyayê kir û bo pêşde birina têkiliyên navbera Romaniya û herêma Kurdistanê de hêviya serkeftinê jî jê re xwest di pîwerdariya wî ya nû de.
Balyozê Romaniyayê amadebûna welatê xwe bo pêşde birina têkiliyan û berfiretir kirina derfetên hevkarî û hemahengiyê li gel herêma Kurdistanê di tevahiya waran de diyar kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin