Jiber bordiman û topbarana Tirkiyeyê birîndar bûne.
Li gor jêderên herêmî, duhê artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê bi dijwarî Til Temer û derdorê Til Temerê topbaran û bordiman kirine.
Di encama topbaran û bordimana han de 6 leşkerên Sûrî yên ku li deverê bûne, bi dijwarî birîndar bûne.
Herwiha hate zanîn ku jiber topbarana han zirareke gelek mezin ber xeta veguhastina elektirîka deverê ketiye.
Weke tê zanîn di wan demên dawî de Tirkiye bi berdewamî gef dike û dibêje vê li Til Temer, Minbic û Til Refetê operasiyoneke din lidar bixe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin