Amerîka berdewame li ser hevkarî kirina Ukraynayê

dibêje em piştîvaniya Ukraynayeke demokrat û serbixwe dikin.
کوردستان TV
100%

Sîstemeke nû ya pêşkeftî ya berevaniya mûşekî dide Ukraynayê.

Li gor çapemeniya Amerîkayê, Serokê vê welatî Jeo Biden ragihandiye ku şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê derbasî meha xwe ya çaran bûye, gelê Ukraynayê qurbaniyên gelek mezin didin lewre lazime em jî hevkariya gelê Ukraynayê bikin.

Biden herwiha biryar daye bo hevkarî kirina Ukraynayê sîstemeke nû ya pêşkeftî ya berevaniya mûşekî bide Ukraynayê.

Biden diyar kiriye ku Amerîka dixwaze Ukrayna welateke awedan, pêşkeftî, demokrat û xwedan serwerî be lewre lazime Amerîka hevkariya Ukraynayê bike û di vê çarçoveyê de me biryar daye daku sîstemeke nû ya berevaniya mûşekî bidin Ukraynayê.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.