Tirkiye dibêje me gotiye em li ser operasiyonên xwe biîsrar dibin.
Piştî ku Peyvdarê Serokatiya Komar ya Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin li gel Şêwirmendê ewlekariya nîştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan bi rêya telefûnê peyvî, çapemeniya Tirkiyeyê ragihand ku Îbrahîm Kalin di peywendiya han ya telefûnî de tekez li ser bi îsrar bûna Tirkiyeyê li ser operasiyonên xwe yên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.
Lê gelek pê neçû ku Koşka Spî jî li ser vê peywendiya han ya telefûnî daxuyaniyek weşand û têde ragihand ku li ser mijara Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, her du alî tekez li ser parastina xetên niha yên agirbestê kirine û tekez li ser vê yekê kirine ku her cure liv û tevgereke leşkerî dibe sedema aloztir bûna rewşa heyî û têkçûna aramiya deverê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin