Li gelek bajarên parêzgeha Xûzistanê xwepîşandan berfiretir bûne.
Xwepîşandanên xelkê Abadanê ya li Başûrê Îranê yaku jiber herifîne bînayeke 10 tebeq û mirina zêdetir ji 28 kesan destpê kiribûn, bênavber didomin.
Niha li gelek bajarên eyaleta Xûzistanê xelk bo piştîvanî kirina şêniyên Abadanê li qadane û xwepîşandanê dijî rejîmê dike.
Duhê jî li Abadanê nunerê Rêberê Şoreşa Îranê xwestibû li gel xwepîşanderan bicive lê xwepîşander nunerê Rêberê Şoreşa Îranê li bajarê xwe qewitandin û rê nadan wî ti gotinek bêje.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin