Jiber erê nekirina vê operasiyonê, niha nayê lidarxistin.
Li gor çapemeniya Ereb, operasiyona muhtemel ya Tirkiyeyê ya li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jiber çend sedeman hatiye paşxistin.
Rojnameyên Erebî weke El Ereb Elcedîde qala vê yekê dike ku, jiber nebûna piştîvaniya herêmî û cîhanî, Tirkiye lidar xistina operasiyona xwe ya leşkerî paş xistiye.
Ji aliyeke din ve hin rayedarên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî dibêjin ku Tirkiye amadekariyên gelek berfire bo vê operasiyonê kiribû, lê jiber hin sedeman ji nîşkave Tirkiye biryara paş xistina operasiyonê daye û dema derfet bo Tirkiyeyê çê bibe vê ev operasiyonê bide meşandin.
Weke tê zanîn duhê dîsa Serokkomarê Tirkiyeyê gef kiribû û ragihandibû ku Tirkiye vê şevek ji nîşkave bikeve herêmê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin