Cîhê navenda dronên Îranî yên leşkerî hat eşkere kirin

ev çiyayê han berdewamiya çiyayê Şaho ye û cîheke olî ya Kurdên Yarsane.
کوردستان TV
100%

Çapemeniya Îranê raportek li ser navendê amade kiribû û ragihandibû ku ev navend gelek nihêniye.

Piştî ku çapemeniya fermî ya Îranê raportek li dor serdana Serleşkerê Îranî bo navendeke dronên leşkerî yên Îranî li parêzgeha Kirmaşanê amade û belav kir û têde dêmenên çend dronên curbicur yên Îranî û mûşekên Îranî hatibû nîşandan, çapemeniya Îranê diyar kiribû ku ev navend gelek nihêniye û cîhê vê nayê eşkere kirin.

Lê dêmenên nava raportê û dema ku kopter ji Kirmaşanê bo navendê firiye, der dixe ku ev navenda han li çiyayê Dalahu ya li Hewramanê ya li Rojhilatê Kurdistanê ye.

Çiyayê Dalahu beşeke ji silsileya çiyayê Şaho, Dalahu ku ji çiyayê Şaho hinek bilindtire di warê erazî de dikeve navbera bajarên Pawe û Kirmaşanê û ev cîhê han bo Kurdên Yarsan cîheke pîroze.

Çiyayê Dalahu ji rojavave bi Pawe û ji Rojhilat ve jî bi ser Kirmaşanê re ye û ji aliyê Bakûr ve jî gundên Del, Delemerz, Heşemêz û Diweznav hene.

Bajarokê Kerendê Xerb di bin qontarên çiyayê Dalahu deye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.