Karwana herî dawî duhê bişev gehêştiye deverê.
Li gor çavkaniyên nûçeyan, artêşa Tirkiyeyê amadekariyên xwe yên bo operasiyoneke din li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.
Di vê çarçoveyê de rojnameya Şerq Elewsat belav kir ku, hin jêderên leşkerî li Îdlibê ragihandine ku Tirkiye bo lidar xistina operasiyoneke nû li deverê de, hêzeke zêde şandiye devera Minbicê.
Ev jêderên han eşkere kirine ku heta niha Tirkiye çend karwanên leşkerî ku ji yekîneyên topxane, tank û çekên giran pêk hatiye şandiye deverê û karwana herî dawî jî duhê bişev gehêştiye Sînorê Minbicê ya li Bakûrê Helebê.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin