Fermandarekî vê civatê dibêje Tirkiye dest bi şandina leşker û cebelxaneyan bo deverê kiriye.
Fermandarê civata leşkerî ya Til Temerê Demhat Birûsk ragihand ku ji meha Nîsanê ve artêşa Tirkiyeyê dest bi amadekariyên xwe yên bo operasiyoneke din kiriye û heta niha rixmî berdewamiya êrîş û topbaranên bo ser deverê, artêşa Tirkiyeyê çek, cebelxane û alawên leşkerî dişîne deverê.
Ev Fermandarê civata leşkerî ya Til Temerê herwiha eşkere kiriye ku ev jî di her warî de bo bersifdayîna operasiyon û êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser deverê xwe amade kirine.
Weke tê zanîn hefteya derbasbûyî Serokkomarê Tirkiyeyê gefa vê yekê kiribû ku vê dema amadekariyên artêşê xelas bibin operasiyoneke din li deverê de bidin destpêkirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin