Dibêje em qebûl nakin Swêd û Fenlenda bibin endamên NATOyê.
Serokê tevgera neteweperest ya Tirkiyeyê ( MHP) Dewlet Baxçelî di gotara xwe de yaku di civîna firaksyona mhp ya li parlementoyê de pêşkêş kir rexne li welatên endam di NATOyê de kir.
Baxçelî ragihand ku ev qebûl nakin ku endamên NATOyê girîngî bi dilgiraniyên Tirkiyeyê yên derbarê ewlekariya Tirkiyeyê de nedin û got: Em qebûl nakin ku Swêd û Fenlenda di nava NATOyê de bibin endam û eger ev yek neyê qebûlkirin vê demê Tirkiye ne bê alternatîfe û dikare ji NATOyê derkeve ji xwe Tirkiye bi NATOyê re ava nebûye ku bêyî NATOyê jî ji nav biçe.
Weke tê zanîn duhê jî Serokkomarê Tirkiyeyê gotibû ku ev weke Tirkiye nikarin dorpêçên Swêdê bi cidî wer negirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin