Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku li rojhilatê Eyn Îsayê balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker xistiye xwarê.
Malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan duh saet di 11:00`ê sibê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li rojhilatê Eyn Îsayê xistiya xwarê.
Li gorî malperê şervanê QSD`ê Egîd Girê Spî diyar kir ku balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker rojane li asîmanê herêmê digerin û welatiyan dikin hedef.
Her wiha destnîşan kir ku balafira hatiye xistin, li asîmanê herêmê bû da ku welatiyan bike hedef.
Herwiha Egîd Girê Spî daxuyand ku li eniyên şer tevgerên dijmin dişopînin û destnîşan kir ku beriya balafir were bêbandorkirin, dewleta Tirk herêm bi çekên giran û bi dijwarî topbaran kiriye, piştî wê yekser balafirên bêmirov ketin asîmanê herêmê û got: “Piştî şopandinê, hevalên me ew balafir xist xwarê.”
Ji anhayê hatiye wergirtin
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin