Sê terorîstên DIŞIê hatin kuştin

operasiyon li bakûrê rojavayê Selahedînê hatiye lidarxistin.
کوردستان TV
100%

Li parêzgeha Selahedînê ji aliyê artêşa Îraqê ve hatine kuştin.

Komîteya çapemeniya ewlekariyê ya ser bi Serokatiya civata wezîran ya Îraqê ragihand ku di encama operasiyoneke hêzên ewlekarî de li dijî terorîstên DIŞIê 3 terorîstên DIŞIê hatine kuştin.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku ev operasiyon li navçeya gula Sersar ya li bakûrê rojavayê Selahedînê de hatiye lidarxistin û ji bilî kuştina 3 terorîstan hevdem tirimbîleke terorîstan jî hatiye jinavbirin.

Rojhilata navîn Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.