Dibêjin ev tundûtîjî rewşê aloztir bike.
Li gel berdewam bûna xwepîşandanên li Îranê, zêdetir ji 500 çalakvanên siyasî û medenî yên Îranî huşdariyeke tund dane rejîm û rayedarên Îranê.
Ev çalakvanên Îranî di daxuyaniyeke hevbeş de ji rejîm û rayedarên rejîmê re ragihandine ku lazime nizîkatiyên baş li hember ev xelkê ku jiber qirîza giranî, bêkarî, darayî û nedarî dest bi xwepîşandanê kiriye were kirin beruvajî bikar anîna hêz û tundiyê li dijî xelkê rewşê aloztir dike û vê Îran rastî kêşe û aloziyên metirsîdartir bibe.
Weke tê zanîn ev du hefteye li Îranê xwepîşandanên girseyî hene û heta niha çend xwepîşander jî ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin