Li Bexdayê dicivin.
Parlementerekî Îranî ragihandiye ku biryare di rojên pêşiya me de wezîrê derve yê Îranê Emîrhusên Ebdulahiyan serdana Bexdayê dike û li gel wezîrê derve yê Siûdiyeyê dicive.
Ev parlementerê Îranî eşkere kiriye ku di civîn û hevdîtinan de giftûgo li ser têkiliyên navbera Siûdiye û Îran û çawetiya normal kirina têkiliyên navbera wan du welatan tê kirin.
Weke tê zanîn danûstandin û civînên navbera Îran û Siûdiyeyê ji meha Nîsana 2021an li Bexdayê bi awayeke nihênî destpê kiribûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin