Senatorekî Kanadayî gef li Tirkiyeyê dike

dibêje eger Tirkiye li ser helwesta xwe berdewam be li NATO yê avêtin.
کوردستان TV
100%

Dibêje Tirkiye û Erdogan ji NATO bavêjin.

Gengeşeyên li dor endam bûna Swêd û Fenlendayê di nava NATO de didomin û duhê bi şev jî Serokkomarê Tirkiyeyê gotibû ku ev qebûl nakin ev her du welat bibin endamên NATO.

Piştî gotinên Erdogan Senatorekî bihêz û bibandor yê Kanadayê bi navê Leo Housakos daxwaz ji NATO kir daku Tirkiye û Erdogan ji NATO bavêjin.

Ev Senatorê han diyar kiriye ku eger Tirkiye berdewam be li ser hewlêsta xwe ya li hember Swêd û Fenlendayê, vê demê têkiliyên navbera Tirkiye û NATO bi temamê têk diçin û di encam de Tirkiye û Erdogan ji NATO yê tên avêtin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.