Erebên Efrînê dijî Tirkiyeyê xwepîşandan kirin.
Piştî eşkere bûna plana Tirkiyeyê ya bo bicîh kirina zêdetir ji 1 miliyon awareyên Sûrî yên li Tirkiyeyê li herêma Efrîn û derdorê, duhê li Efrînê xwepîşandan hate kirin.
Di xwepîşandanê de ku ji aliyê Erebên hawirdeve hatibû organîzekirin, xwepîşanderan dijatî û nerazî bûna xwe ya li dijî ev plana Tirkiyeyê eşkere kirin û ragihandin ku em li dijî plana Tirkiyeyê ne û nabe ti awareyek ji bilî xelkê Efrînê li vê bajarê anjî li derdorê bajarê were bicîhkirin.
Ev erebên han herwiha daxwaz ji komên çekdar kirin ku şerê xwe ya li dijî rejîma Sûriyeyê bidomînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin