Rejîma Îranê bajaran militarize dike

heta niha li du bajarên Îranê çend xwepîşander hatine kuştin.
کوردستان TV
100%

Ji tirsa xwepîşandanan hêzên zêde ketine amadebaşiyê.

Li gor çapemeniya opozîsyona Îranê jiber destpê kirina xwepîşandanên xelkê Îranê li dijî qirîza darayî, bêkarî û giranî, li gelek bajaran, rejîma Îranê jî bi tundî êrîşî ser xelkê xwepîşander dike.

Her di vê çarçoveyê de hate zanîn ku rejîma Îranê hêzên antî şoreş, hêzên komando, artêş, spah û Besîc xistiye tevgerê û di nava bajaran de ev hêzên han xistiye amadebaşiyê de.

Ji aliyeke din ve duhê Serokkomarê berê yê Îranê Mehmûd Ehmedînejad jî diyar kiribû ku îtlaat diz, mafiya û tawanbarên ceza kirî pir çek kiriye û wan li dijî xwepîşanderan bikar tîne.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.