Di mehekê de 21 zarok canê xwe ji dest dane

haletên herî zêde yên nexweşiyê bêhin tengî bûye.
کوردستان TV
100%

Nêzî 2 hezar zarok li Silêmanî bo nexweşxaneyan hatine veguhastin.

Birêveberatiya tendirostiya Silêmanî ragihand ku bi tenê di meha Nîsanê de 1985 zarokên biçûk jiber nexweşiyên curbicur bo nexweşxaneyên nava bajarê hatine veguhastin.

Li gor daxuyaniya han 12 hezar û 136 zarok jî ji aliyê nûjdaran ve hatine dermankirin û piraniya wan zarokan rastî bêhin tengiyê hatine.

Di daxuyaniyê de tekez li ser vê yekê hatiye kirin ku bi tenê di meha Nîsanê de bi giştî 21 zarok li parêzgeha Silêmanî canê xwe ji dest dane.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.