Li hin bajaran polîs bi guleyan êrîşî ser xelkê dike.
Ev çend roje li gelek bajarên Îranê li dijî qirîza darayî, giranî û bêkarî xwepîşandanên girseyî têne lidarxistin.
Duhê bişev jî li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xelk daket qadan û xwepîşandanên berfire lidar xistin.
Di xwepîşandanan de rixmî diroşmeyên dijî giranî û bêkariyê, herwiha xelk li dijî rejîma Îranê jî raperînê dike.
Li gor zaniyariyên berdest li çend bajaran polîs û hêzên ewlekarî êrîşî ser xelk kirine û di encama êrîşên polîs de gelek kes birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin