Qalîbaf: Reştirîn serdema jiyanê li Îranê destpê kiriye

dibêje hikûmeta Îranê guhê nade xelk û daxwazên xelkê.
کوردستان TV
100%

Dibêje hikûmet li hember giraniyê tawanbare.

Serokê parlementoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ku beriya çend rojan aliyên nêzî Xamneyî gendeliyên wî û malbeta wî eşkere kiribûn, behsa rewşa xirab ya li Îranê dike.

Qalîbaf di gotareke xwe de yaku li parlementoya Îranê de pêşkêş kiriye ragihandiye ku hikûmeta Îranê qanûn û zagonan cîhbicîh nake lewre li welat qirîza abûrî, giranî û bêkarî heye û hikûmet li hember rewşa jiyana xelkê bi taybetî buha bûna nan û pêdiviyên din yên jiyana rojane kêmterxeme û guhê nade daxwazên xelkê.

Qalîbaf herwiha eşkere kiriye ku niha li Îranê reştirîn û dijwartirîn serdema jiyana xelkê destpê kiriye.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.